Kî ji wan zalimtir e? Yên qetleama Agirî, Zîlan, Qoçgirî, Dêrsim...kirin an ên Roboskî, Xemdeqan û êd. pêk anîn.
Tramp û Israîl zalimtir in an Îran...
Welhasil Xwedê agirê zaliman li hev geş bike!
Xwedê bi awayekî heyfê hiltîne carina zû carina dereng...
Biratîya 'acûcan; bi dehên salan xerabên xwe tayînî Hekarî kirin, û başên me jî surgûnî Yozgatê kiririn. Şikir yek ji wan sugûnan im.
Di meseleya "biratîya gelan" de yên neheq em kurd in, an divê em dev ji vê qaşo biratîyê berdin heke na divê em gazinan nekin...
Keçelo navê min li te, kumê min li serê te.
Ne şaş bim salên 1980yî bûn, Bavê Nazê bi xîtaba "Şivan PerEwer" li kekê Şivan Perwer rexne girtibû:)
Xwezî Şivan Perwerê îdolê xortanîya me ew çend ne lewlibîya. Heyfa mêra!..
Heqperestî xîreta rewşenbîran e. Rewşenbîr ronahîya çavê civaka xwe ne. Civaka xwedî rewşenbîrên bêxîret kor e, nikare bigihîje tu armancekê.
Sihet xweş mamoste Selîm Temo, tu ji bavê xwe yî!
Diyar e, Memê sebra wî lê bar e êdî hew îdare kiriye.
Ez şahidê hevalê xwe yê delal im ku ji bo şerma malê di malê de bimîne çiqas li ber xwe daye. Ez şahid im ku ji bo kesek bi hin rezaletan nehesin çawa tehemul kiriye. Ez şahid im ku çawa keda wî hatiye dizîn, lê ji bo Kurdek aciz nebe çawa ji xwe daye. Ez şahid im ku di dewra qeyûm û barbariyê de çawa şewqeya xwe kişandiye ser bijangan û çûye di karê giran de xebitiye da serî li ber dagirkeran netewîne. Ez şahid im ku çawa bi mehan li ser cilikekî razaye û balîfek xwe tunebûye ku bide navbera pişta xwe û dîwêr.
Memo yek ji wan zarokan e ku Roma reş gund û mal lê xerakiriye, şewitandiye. Li bin konên naylonî yên "karkerên demsalî" mezin bûye, di nav heriya zeviyên serdestan de xwe û neteweya xwe naskiriye. Di 13-14 saliya xwe de helbest şandine "Rewşen"ê, di 17-18 saliya xwe de xema şehîdên me xwariye.
Memê ku bi hevaltî û biratiya wî şanaz im, di dewra xerakirina bajaran de li ber serê Cemîlayê giriyaye, "Li Rûbarê Dêrgulê" bi hestên salên 90î qêriyaye, li pey xewna qulingan di xewa kûr re çûye.
Ez barê Memî zêdetir nekim, lê Mem em in. Em çawa ji ber qîlên gurên har ku hezaran salan cîhanê xerakirine xelas bûne û mane ew jî ji ber dagirkeriya çavsor û jiyana ne-bextewar xelas bûye û maye.
Mem, "Darbesta Wedat Aydin, lê Amedê Amedê, kesk û sor zer pêçane" nekiriye "Sanma ki bizbizeyiz lê Amedê Amedê, olene dek sizleyiz!" Mem, "Li Bota' dîlan e, Egîdan ser hildane" nekiriye "Bu şehre sozumuz var, sahalar rakiplere dar!" Berê serdestan stranên me didizîn, niha golikên qol ketine nav stranan dikin Tirkî û dibin kesên "maqûl" lê Mem Ararat ku "Kurmancê reş" e dibe nîşange?
Nabe ku rantiye keda Memî û hunermendên me bixwin. Ne qanûnên serdestan ên "telîf"ê lê isûla civata me û şoreşgeriyê pîvêr e. Berê karê "sazî"yan ji bo şoreşê bû, lê hin sazî êdî malê şexsan in, şexsan dest danîne ser. Divê ji pişt mertalê qanûnên Tirkan derkevin û mafê hemû hunermendên Kurd radestî wan bikin. Nabe hunermendên Kurd li hemberî desthilatdariya Kurdan "jî" têbikoşin! Nabe ku saziyên "me" yên heyî bi qeydê serdestan bikin.
Memê me yê çargurçik hunera me dibe ser dikên qurre yên cîhanê. Mem navê serkeftina Kurdiya me ye. Hez dikî godarî bike, hez nakî godarî neke. Lê neheqî lê neke, xîreta wî nahêle ku dilê te bişkîne, lê dizanim ku dilê wî wek Kurdistana me fireh û xemgîn e.
Selîm Temo
Kürt Dil, Tarih ve Kültür Kurumu Başvurusu
Van Barosu olarak; Kürt dili, tarihi ve kültürünün bilimsel yöntemlerle araştırılması, korunması, arşivlenmesi ve kurumsal olarak desteklenmesi amacıyla "Kürt Dil, Tarih ve Kültür Kurumu"nun kurulması talebiyle Kültür ve Turizm Bakanlığı'na tarafımızca resmi başvuruda bulunulmuştur.
Dilsel ve kültürel hakların eşit yurttaşlık temelinde kamusal güvenceye kavuşturulmasının toplumsal barış ve ortak yaşam açısından önemli olduğunu kamuoyuna saygıyla duyururuz.
Serlêdana Saziya Ziman, Dîrok û Çanda Kurdî
Me wekî Baroya Wanê; ji bo lêkolîna bi rêbazên zanistî, parastin, arşîvkirin û piştgiriya sazûmanî ya ziman, dîrok û çanda Kurdî, bi awayekî fermî serlêdana damezrandina "Saziya Ziman, Dîrok û Çanda Kurdî" ji Wezareta Çand û Turîzmê re kir.
Em bi rêzdarî ji raya giştî re radighînin ku misogerkirina mafên zimanî û çandî li ser bingeha hemwelatiya wekhev ji bo aştîya civakî û jiyana hevpar pir girîng e
Bugün Batman’da iki kıymetli dostum; Kürtçe hocam Aydın Üneşi ve yazar Yavuz Ekinci ile bir araya gelme imkânı buldum. Yaşadığımız coğrafyanın kadim medeniyetlerini, tarihini, kültürünü ve edebiyatını konuşup güncel meselelere dair verimli bir sohbet gerçekleştirdik. Samimi ve ufuk açıcı bu buluşma benim için oldukça kıymetliydi. Var olsunlar. @yavuzekinci151