Di dema şer de/Agniya Barto
bi wergera Karîna @oseyan123 a ji rûsî
û
Renca mirinê/Maryam Jafari Azarmani
bi wergera @1EbasMusa ya ji farisî
di hejmara 12em a LEWergerê de ne.
Ji bo stendin/xwestinê👇
https://t.co/iv2cwM8vBE
https://t.co/yEwHxsg58t
Я бы хотела стать рыбой, чтобы море меня окутало
Чтобы тишина и глубина обнимали меня.
Или птицей чтобы ветер нёс меня
Чтобы видеть мир с высоты, не зная границ.
Наверно, в этом и живёт моя душа
Между небом и морем, между далью и сном.
Где свобода касается сердца.
Karîna Osêyan
Gava mirov ji Xwedê bitirse, destê wî nabe ser klavyeyê da ku heqaretê binivîse. Çimkî dizane yekî din heye ku temaşe dike.
Miletê min, Xwedê we hez dike, hûn jî hev hez bikin.
Gava şev tê û bajar dikeve xewê,
Dengê te wek stêrkekî di ser min re dibiriqe,
Ne bi gotin, ne bi soz,
Lê bi wê germahiya ku tenê dil nas dike....
Karîna Osêyan
Bajar dikenîne bi stran.
Werze lîstikvan nîşan bide
Ev meydan mala te ye
Her dem pêş e Amed Spor e
Sê xal dîsa ya me ye!
Em ne tenê temaşevan in
Em dengê tribunan in
Bi qêrîn û bi hezkirin
Em bi te re ne, Amedspor!
Bila serkeftin be para we rehet
Karîna Osêyan
AMED SPOR
Werzê rabin Amed Spor
Top li piyan armanc li pêş
Sor,kesk,zer li ser milan
Ava Dîcleyê di nav dilan
Pas bidin birevin lêxin
AmedGol Deng bilind bikin
Stadyûm tev dibe yek deng
Amed Spor Amed serkeftin
Ne rawestan ne westan
Em bi te re ne her deman
Tu dilîzî bi agirê can
1 ê Gulanê.
Gulan hat sîngê me firiya
Evîn azadî kenê zarokan
Hemû li ser lêvên biharê
Cejna biharê şabûna dila
Gul bi gul ken bi ken
Hêvî ji nû ve şîn dibe
Dengê daholê ji çiyê tê
Govend di dilan xelek dibe
Karîna Osêyan 💖
Zarokên bêguneh, cihê we bihuşt be.
Dilê me bi we re birîndar bû.
Tu sedem nikare valahiya piştî we tije bike.
Hûn ne lîstik bûn, hûn jiyan bûn,
Hûn hêvî bûn, ronahî bûn, roja nû bûn.
Bi kuştina we, ne tenê dil hat şikandin,
jiyan û pêşeroj jî hatin kuştin.💔
Riya xerîbiyê berbi min vebû
Şevên xewa min heram bû
Her rojên min kûl û xem bû
Bûne beraz di dil de der bû
Tu kes tune li rex min da
Van kul derdan jêra bêjim
Xemên giran li ser vî dilî
Tev hêstiran ber birêjim.....
Karîna Osêyan