@FerzanSheer@memmirxannu21 Kekêcan bi min xirab e û li kurdî nayê. Dizanim gelek wateyên vê peyvê hene lê her carê meriv dikare bi awayekî şûna wê dagire, mesela li twîta te ya jorê di şûna wê de te bigota “xwe bigihîne civakê/gel/raya giştî” çi ji kurdî kêm dibû? Gelo dîsa jî hasil nedigihîşt Mûsilê? :)
@FerzanSheer@memmirxannu21 Ez li derveyî mijarê tiştekî bibêjim kekê Ferzan, tu çima evqas ji peyva “qamû”yê hez dikî û misêwa bi kar tînî? Ma alternatîfa wê tune ye? Ev peyv bi vê wateyê di tirkî de jî nû ye heyran û di kurdî de bêbingeh e, ez bawer im tu yê vê peyvê bikî bela serê me :)
@FerzanSheer@xecedasxin@erzihalnivis@sikintiyok1881 Rast e, nuansên wisa jî hene. Îro min û hevalekî min ê ji torê jî li ser whatsabê ji gunikan xeber da :) wî digot li herêma me “hêlik” ji bo însan û heywanan, “gunik” tenê ji bo însanan tê emilandin. Ev heval jî Zal Mazî ye, karakterekî esrarengiz e, tu loma twîtên wî nabînî :)
@FerzanSheer@xecedasxin@sikintiyok1881 Rast e kekê, peyveke kêmnas e. Bêhtir di hin gotinên qalib de xwe dide der, wekî ku li jorê min mînak da. Mixabin hê yek ji me jî hemû peyvên herêma xwe keşif nekiriye, her carê em peyvên nû nas dikin, normal e, digel silavan.
@FerzanSheer@xecedasxin@sikintiyok1881 Kekê Ferzan ez bawer im te seh nekiriye lê em ji heman herêmê ne û li herêma me heye. Tenê bi qasî “gunik” ne li kar e. Mesela min gelek caran seh kiriye gava kurikekî biçûk bi ser xwe de aveke germ rijandiye dêya min gotiye “Wexta hêlik û gunikê wî tev bişewitîya” :)
Em gelek xemgîn in.
Mamosta û nivîskarê hêja Husên Arif koça dawî kir.
Ew dê hertim bi xebat û berhemên xwe li bîra me be.
Em sersaxiyê bo malbat, kesûkar û hezkiriyên mamosta Husên Arif dixwazin.
Beşa Kurdî ya Zanîngeha Mêrdînê, bo xwendina bilind xwendekaran werdigire:
👉158 kes ji bo mamostatîya kurdî
👉67 kes ji bo masterê
👉29 kes ji bo doktorayê
Em par ve bikin ku haya mirovan jê çê bibe.
Kî bi par ve neke bila di germa Kerkûkê da 5 deqîqeyan li ber tavê bimîne😆
"Dema standardek tune be yekî culemêrgî û yekî mereşî dê çawa ji hev fam bikin?" Kordînatorê #WeqfaMezopotamyayê balê dikişîne ser girîngiya kodkirina zimanî û eşkere dike ku wan di #FerhengaRastnivîsînê de çawa bêyî ku dest bidin dewlemendiya sînonîman, formên standard diyar kirine.
#Ziman #Kurdî #Standardkirin #Berwarnews
@mikailbilbil@wmezopotamyaye
https://t.co/Ttal4i28ZQ
Xelata Rûmetê ya Avestayê
Weqfa Kulturî ya Avesta ku bo geşedan û parastina kultura kurdî hatiye avakirin dê ji sala 2026an pê ve her sal Xelata Rûmetê ya Avestayê bide.
Armanca Xelata Rûmetê ya Avestayê darîçavkirina wan kesan e ku qedr û qîmetê kultura kurdî parastine, xurt kirine, veguhastine bo nifşên dahatûyê û bi berhemdariya fikrî ya ji her qadê bûne reng û dengekî nû.
Bi vê xelatê em dixwazin kesên di qadên kulturî yên cuda de berhem dane, bi berhemên xwe rê li ber me vekirine, bo xebatên kurdî bûne pêşeng û bûne parçeyek ji berdewamiya hizr û bîra kurdî, bêhtir derbixin pêş û qedrê wan bigirin.
Li gel ku her kes dikare bo Weqfê namzedan pêşniyaz bike, kes jî dikarin bo Xelatê xwe wekî namzet nîşan bidin.
Biryara dawî ya kesê ku xelat heq kiriye dê ji aliyê Lijneya Rêveberiyê ya Weqfa Kulturî ya Avestayê ve bê dayîn.
Xelat dê her sal li ser navê kesayetekî dîrokî/navdar yê cuda bo kesekî bê dayîn û ya pêşî dê Cotmeha sala 2026an li Diyarbekirê bi merasîmekê bê pêşkêşkirin.
Bo kesê hêjayî xelatê;
Plaket,
100.000 lîre û
Seteke kitêban a taybet, têkildarî qadê wekî diyarî bê dayîn.
Kesê bixwaze namzedan pêşniyaz bike dikare heya 15ê Îlona 2026an ji [email protected] re binivîse.
Weqfa Kulturî ya Avesta
Kürt komedyen Diyar Adin'in Trump taklidi
Stand Up'çı Diyar Adin, ABD Başkanı Donald Trump'ın sesi ve şivesi ile annesinden bahsetti:
"Biliyor musunuz? Onlar (Kürt anneleri) gerçekten çok güzeller. Çok acı çektiler. Ama biz tüm kalbimizle onların yanındayız. Kürtlerin yanındayız"
"DEM Parti ile yeniden ittifak yapmanız mümkün mü?" sorusuna TİP lideri Erkan Baş'tan yanıt:
"Ana dili Kürtçe olan bir adayla çıkmak isteyebilirler. Biz burada ortaklaşmayabiliriz.
Bunlar konuşulur. Ama TİP açısından şunu söyleyeyim: Biz seçimlere kendi başımıza ve kendi adaylarımıza girme ihtimalimizi gözeten bir hazırlık içerisindeyiz"
Nivîskar Burhan Sönmez
Xelata Hemingway wergirt
Nivîskarê kurd Burhan Sönmez li Îtalya wekî "Şahidê Dema Me" hate xelatkirin
Pîroz be!
Juriya Xelata Hemingway li Îtalyayê di daxuyaniyekê de ragihand ku Burhan Sönmez wekî "Şahidê Dema Me" hêjayî xelatê hatiye dîtin.
Çîroka vê xelata navneteweyî li ser serdaneke Ernest Hemingway bo bajarê Lignano Sabbiadoro, Îtalyayê ye. Dema ku li wir bû, Hemingway bi mîmarê plana bajêr Marcello D'Olivo re hevaltî kir. D'Olivo ji Hemingway xwest ku cihekî li ser nexşeyê hilbijêre, û got ku cihê hilbijartî dê aîdî wî be. Ew cih paşê wekî Parka Hemingway hate binavkirin. Xelata Hemingway di sala 1984an de wekî berdewamiya wê mîratê hate damezrandin.
Xelat, di bin kategoriyên Wêje, Rêwîtiya Rewşenbîrî, Hevpeyvîn û Şahidiya Dema Me de tê dayîn. Zanyar û nivîskarên wekî Slavoj Zizek, Zygmunt Bauman, Richard Sennett, David Grossman, Zadie Smith û Annie Ernaux ev xelat wergirtin.
Burhan Sönmez dê di 27ê Hezîranê de, roja merasîma xelatdayînê, biçe Lignano Sabbiadoro, Îtalyayê, da ku gotarekê li ser "Wateya Şahidbûna Dema Me" pêşkêş bike.
Piştî ragihandina xelatê, Burhan Sönmez diyar kir ku ew vê xelatê “bi navê kesên ku ji bo azadî û aştiyê têkoşiyane, hatine girtin û jiyana xwe ji dest dane, bi taybetî ji bo Dayikên Şemiyê” werdigire.
Burhan Sönmez
Burhan Sönmez, mezûnê Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Stenbolê, dema ku wekî parêzerek mafê mirovan dixebit��, di êrişeke polîsan de bi giranî birîndar bû. Ji ber sedemên siyasî, çû Brîtanyayê û li navenda dermankirina qurbaniyên îşkenceyê ya Freedom from Torture li Londonê dermankirina demdirêj wergirt. Romanên wî Xelata Wêjeyê ya Sedat Simavi, Xelata Romanê ya Orhan Kemal, Xelata Vaclav Havel û Xelata Wêjeyê ya EBRD wergirt. Piştî nivîsandina pênc romanan bi zimanê tirkî, wî dest bi nivîsandina bi zimanê xwe yê dayikê kurdî kir. Romanên wî ji bo çil û heşt zimanan hatine wergerandin. Wî li Zanîngeha ODTÜ dersên wêjeyê daye. Sönmez, serokê navneteweyî yê PEN International ye û endamê akademiya Zanîngeha Cambridge ye. Romana wî ya nû “Neynika Sor” van rojan di nav weşanên Avesta de derdikeve.
https://t.co/jeCwbVCtyp
Mizgînîya me li we...
Ferhenga Rastnivîsînê amade ye..
Koma Kurmancîyê ya Weqfa me ev heşt sal in li ser vê ferhengê dixebite. Komê heta niha ji 10.000î zêdetir bêje standard kirine.
Hûn dikarin ji vir xwe bigihînin Ferhenga Rastnivîsînê:
https://t.co/zCsWY6aRNL
Kovara me, Vîn, di salvegera 94. a Hawarê de dest bi weşanê kir. Silav li ruhê Mîr Celadet Alî Bedir-Xan û hemû "Hawar"iyan.
Roja Zimanê Kurdî Pîroz Be!
https://t.co/RIXKMs9HB6
Ji îro pê de Vîn vîna me ye.
Baş e, "Kî ne Em?"
VÎN DEST PÊ KENO
Ma çend serrê pirrê bi felaketan derbas kerdî. Çemê adirinî herikîyayî deşt û newalanê ma ra.
Badê çend serrê pîrrê bi felaketan, barbarî kenê binbikewê. Ma qefesêko zengarin ra vecyayî. "Ma estê", qewlê ê şerwanê berkenî ra.
Edebîyatê ma nê seserranê bi felaketan pirrê de waşt bibo her çiyo ke kemî bi netewe ra.
Badê seserranê pirrê bi felaketan, henî ma do vatişê xo dinya ra û wextî rê vajim.
Bi şêwe û ziwaneko ciya, bi wastis û eşqêko ciya, bi îrade û kelecanêko ciya; Vîn dest pê keno.
"Raye zana." Ma do raye de bimûsim.
Eyro ra pey Vîn îradeyê ma yo.
VÎN DEST PÊ DIKE
Me çend sedsalên tije bi karesatê derbas kirin. Çemên agirîn herikîn li deşt û newalên me.
Piştî çend sedsalên tije bi karesatê barbar dikin têkbiçin. Em derketine ji qefeseka zengarî. "Em hene", bi qewlê wî şervanê berken.
Wêjeya me di maweya sedsalên tije bi karesatê de xwest bibe her tişta kêm bû ji neteweyê.
Li dûv sedsalên tije bi karesatê êdî em ê gotina xwe ji dinê û demê re bibêjin.
Bi şêwe û zimanekî cuda, bi daxwaz û evîneka cuda, bi vîn û kelecaneka cuda; Vîn dest pê dike.
"Rê dizane." Em ê di rê de hîn bibin.
Ji îro pê de Vîn vîna me ye…
VÎN DEST PÊ KENA
Çend sedeyekî pirr le karesatman derbaz kird. Rûbarî agirîn be şax û dolekanî nîştimanî ême da xurrîn.
Diway çend sed sallî pirr le karesat, hêzî berberyan nizîke be tewawî têkşikên. Diwa car qefesî asinînî jengawîman şikand u wek şervanêkî leser pê hawarman kird; "ême heyn".
Le mawey sede pirr le karesatekanî mêjûman da wêje û edebyatî ême wîstî şiwêngirewey hemû ew şitane bê ke netewe neybû.
Diway sedan sallî pirr karesat îtir katî ewe hatiwe qisey xoman be dîn û dunya billêyîn.
Be şêwez û zimanêkî ciyawaz, be hez û evînêkî ciyawaz, be xwast û xulyayekî ciyawaz; Vîn dest pê deka.
"Rê dezanê"… û êmeş be dem rêgawe fêr debîn.
Lemrowe îtir Vîn vîyanî ême ye.
Vîndar: Aydin Ekîn, Azad Dilwar, Azad Kaysadu, Bawer Aydin, Berken Bereh, Buhişt Issa, Dîbar Çelîk, Dîlan Yasak, Enes Yildiz, Fatma Savci, Ferhadê Mihemed, Furkan Îşlen, Haden Oz, Hebûn Elbakî, Îbrahîm Şêxşerefî, Jan Alî Yekta, Jiyar Homer, Kawa Nemir, Kenan Ogur, Lorîn Demirel, Luqman Ehmed, Netîce Altun Demir, Ozlem Guntaş, Rojîn Şêx Hemo, Sebahattîn Sumelî, Sedat Ulugana, Selîm Temo, Seyîdxan Kurij, Siya Jandar, Sîbel Akman, Şênê Mihemed, Xelef Wanî.
Vîndank: Ehmed Huseynî, Mehmet Emîn Bozarslan, Refîq Sabîr.
HevpeyVîn: Fatma Savci.
Belge: Belavokeka Kurdî a dewleta Tirkan ji bo reşkirina Serhildana 1925an.
Werger: Alana Marie Levinson-LaBrosse, Alfonsina Storni, Alphonse Daudet, Arthur Rimbaud, Berthold Brecht, Charles Bukowski, James Finn Garner, Kate Chopin, Rafael Alberti, Rita Mae Brown, Tracy Fuad.
@berken_bereh@fatmasavci @hadenoz @KawaNemir1@LorinDemirel@LukmanAhmadArt@ropasorra @agriisyanirapor
@selimtemo@Seyidxaneli
#VÎDEO - Ji qedexeya înkarker ber bi vejîna hêvîbexş ve...
📕 Êdî zarok dayîkên xwe fêrî Kurdî dikin
📕 Li Rojavayê Kurdistanê nifşek mezin dibe ku tenê bi zimanê xwe yê dayîkê perwerde dîtiye
📕 Hevkara me Vîviyan Fetah bi vê dosyeya taybet balê dikişîne ser vê mijara girîng
#Kurdî #Rojava