📢Dersên Kurmancî dest pê dikin!
🔴Asta Destpêkê
🔴Kesên dixwazin beşdar bibin dikarin bi lînka me belavkirî, beşdarî koma dersan bibin!
#kurdî#kurmancî#kurd#kurdistan
➡️Lînka koma têlegramê: https://t.co/iSbf35NHhU
Spasî bo Xwedayê Kurdistanê em ji hefsa dewleta tirkî derketin. Em spasîya we hemûyan dikin ku we em bi tenê nehêştin.
Bi hêvîya azadîya hemû girtîyên me heta azadîya milet û welatê me! Bijî doza neteweyî!
#Kurd#Kurdistan#Amed#کورد#کوردستان
Tevgera Vejînê Ya Kurdistanê îro li ber Mizgefta Mezin a Diyarbekirê ji bo hevalên xwe yê girtî (Ferîd Azad û Faîq Teyran) çalakiya rûniştinê li dar xist.
ÇALAKÎYA ME YA RÛNIŞTINÊ YA LI QADA MIZGEFTA MEZIN
Hevalên me Ferîd Azad û Faîq Teyran ne bi tenê ne!
Em ê heta hetayê têbikoşin li hemberî vê zilmê. Hûn ê nekaribin serî bi me bitewînin!
#feridazadneteneye#faiqteyranneteneye#kurd#kurdi#kurdistan
#VÎDEO - Berdevkê Tevgera Vejînê ya Kurdistanê Ferîd Azad û hevalekî xwe hatin girtin
Mistefa Dilsoz û Evîn Azad qala girtina wan dikin:
🎙 ❝Polîsan henekên xwe bi Kurdî kirin❞
🎙 ❝Ji ber belavbûna vîdeoyên Ferîd dixwazin xelkê bitirsînin❞
🎙 ❝Me got, tu çi bikî jî em dê bi Kurdî biaxivin❞
🎙 ❝Polîsan li me da û çokên xwe danîn ser serên me❞
📣📣Dîmenên girtina çar hevalên me li ser medya Tirkan wek êrîşekî li dijî polêsan hatiye behs kirin û dîmenên wê demê ji alîyê wan ve hatine kişandin!
Di dîmenan da dema ku polêsan êrîşê hevalên me kirine nekişandine!
Îro dê li dadgeha Amedê bên darizandin!
#kurd
#kurdistan
#vejin
Agahdarî
Îro li derê dadgeha Amedê polêsan êrîşê hevalên me Ferîd Azad û Faîq û Mistefa û Mihemed kirin! Piştî erîşê hevalên me birin qereqolê û îfadeyên wan girtin. Niha her çar hevalên me li qereqolê di nezaretê da ne û sibê dê li dadgehê bên dadgehkirin!
Neheqî û zilm û zordestî her berdewam e li hemberî vî miletî! Li hemberî vê zilm û zordestîyê em li benda piştgiriya miletê xwe ne!
Bijî Kurd û bijî Kurdistan!
#kurd
#kurdistan
#vejin
Agahdarî
Hêzên asayîşa Tirkan hevalê me Ferîd Azad di 10:30an da wî ji mala wî girtin. Niha dê bibin edlîyeyê ji bo îfadeyê!
Sedema birina wî wek tiştên ku li ser medyayê belav kiribû nîşandan!
Divê bê zanîn ku tiştên ku Ferîd Azad li ser hesabên xwe yên medyayê belav dike helwesta bi hezaran kurdan e! Dê nekaribin vê deng û helwestê bitemirînin!
Silav û rêz
#kurd
#kurdistan
Bila Îslamgirên Kurd ên ku li ser miletê me bi doza Filistînê û hwd manîpilasyonan dikin, alimên xwe yên herî mezin bînin em vê meseleyê biaxivin û êdî ji nava rêya xwe derbixin.
Wacibê me li Kurdistanê ye, doza neteweyî ya miletê Kurd e, ne Filistîn û Quds û Mescîda Eqsa.
📢JI NEWROZA NETEWEPERWERÎYA KURDÎ Û KURDISTANÎ YA LI MALABADÊ
🔴Wê şevê li wê derê peyrewên Şahê Xanî, Şêxê Nehrî, Şêx Seîd, Xalid Begê Cibirî, Seyîd Riza, Elîşêr Koçgirî, Dayîka Zerîfe, Şêx Hefîdê Silêmanî, Qazî Mihemed, Mele Mistefa Barzanî, Celadet Bedirxan, Leyla Qasim û hê gelek navên din ên vê meşa dîrokî ya neteweyî hazir û amade bûn!
#Vejin
📢Platforma Ciwanên Serbixwe bû TEVGERA VEJÎNÊ YA KURDISTANÊ!
🔴TEVGERA VEJÎNÊ YA KURDISTANÊ 17ê Adarê (17.03.2026) li Amedê li meydana Mizgefta Mezin hate ragihandin.
🔴Kurtenavê tevgerê: VEJÎN
🔴Daxuyanîya ragihandinê:
BI NAVÊ XWEDAYÊ KURDISTANÊ
Silav û rêz û xoşewîstî
Îro vejîneka nû dest pê dike di dîroka Kurdistanê da. Îro ekoleka nû dest pê dike. Bingeha kevneşopeka nû tê danîn. Ev hişmendîya bilind a ku îro li vê derê amade ye ji kûrahîya dil û dîroka vî miletê bindest peyda bûye. Hewildana me ew e ku em wê îradeya pêşeng a neteweyî bi rêk bixin û rêbazeka nû bidine ber ber miletê xwe di doza neteweyî da!
Gîyanê vê serdemê û realîteya dîrokî-civakî ya Kurdistanê, doktrînekê li ser me ferz dike ku azadîxwaz be ji bo hemû cudahîyan û rizgarîxwaz be ji bo miletê Kurd. Êdî li Kurdistanê û Rojhilata Navîn ne bi Îslamîzma reel dibe û ne bi sekulerîzma reel dibe, divê ji her duyan jî were borandin. Êdî divê ji Îslama navend-Tirkî û navend-Erebî û navend-Farisî jî û ji sekulerîzma Kemalîzmê û Beisîzmê û hwd jî were borandin. Û hemd ji Xwedayê Kurdistanê ra ku me bi danîna rêbazeka irfanî û azadîxwaz û yeksanîxwaz ev yek pêk anî. Ev tevger, mala hemû Kurdistanîyan e; Îslamî jî û sekuler jî û hemû bîr û bawerîyên din jî dikarin bi nasnameyên xwe yên eşkere werine nava vê tevgerê. Li vê derê, ne tenê azadîya rojane, azadîya sîyasî-hiqûqî ya hemû alîyan tê naskirin; azadîya sîyasî-hiqûqî ya Îslamê jî û azadîya sîyasî-hiqûqî ya sekulerîzmê jî û hemû alîyên din jî. Ev projeya azadî û yeksanîyê ku çarerêya krîza Rojhilata Navîn e jî, heta îro bi dengekî bilind nehatîye ragihandin û bi rijdî parastina wê nehatîye kirin. Em totalîterîzm û despotîzm û jakobenîzma Îslamîzma reel û sekulerîzma reel red dikin. Îslameka ku tê da hemû mafên Kurdan nehatibin naskirin û azadîya dînên din û sekulerîzmê tê da nehatibe misogerkirin, ew Îslam li ba me bi tu awayî nayê qebûlkirin. Her wisa sekulerîzmeka ku tê da hemû mafên Kurdan nehatibin naskirin û azadîya Îslamê û dînên din tê da nehatibe misogerkirin, ew sekulerîzm jî li ba me bi tu awayî nayê qebûlkirin. Jixwe gîyanê vê serdemê jî di qada civakî-sîyasî da gîyanekî pluralîst e, kî şerî vî gîyanî bike dê bişikê.
Bihêztirîn çeka îdeolojîk a di destê serdestên Kurdistanê da dîn e, me ew çek jî êdî ji
wan sitand û berê vê çekê me da wan! Me gotara Îslamî hem di gel serdemê û hem di gel doza neteweyî ya miletê Kurd guncand. Êdî divê baş were zanîn ku doza neteweyî ya miletê Kurd îbadet e ji Xwedayê Kurdistanê ra. Xwedayê Kurdistanê helbet Xwedayê erd û asîmanan û hemû tiştên navbera wan e. Bi vî awayî me ew nakokîya sexte ji holê rakir ku di navbera Îslam û doza neteweyî ya miletê Kurd da, di navbera Xwedê û Kurdistanê da hatibû sazkirin. Me bingeheka bihêz û sîstematîk danî li dijî Îslamîzmên serdestan; divê Îslamîzma pêşeng-Tirkî û pêşeng-Erebî û pêşeng-Farisî ji Kurdistanê bicehimin biçin! Ev dekolonîzasyona gotara Îslamî ye li Kurdistanê. Piştî xwenasînê û hişmendîya dîrokî-civakî-sîyasî, qebûlkirina Îslameka din êdî ne mimkin e.
Îro li Kurdistanê helwesta herî birûmet û herî gerdûnî neteweperwerîya Kurdî û Kurdistanî ye. Ne tenê Kurd, divê hemû mirovên heqnas piştevanîya neteweperwerîya Kurdî û Kurdistanî bikin. Ev hem erkekî neteweyî ye, hem dînî ye û hem însanî ye. Êdî bayekî bihêz ê neteweperwerîyê dest pê kirîye li Kurdistanê. Bayekî wisa ye ku êdî tu kesek û tu hêzek nikare rê li ber bigire. Kîjan alî dijayetîya vî bayî bikin, ev ba dê wan bide ber xwe û bi erdê ve pehn bike û biçe. Êdî li Kurdistanê ji bilî rêbaza neteweperwerîya Kurdî û Kurdistanî dê tu rêbazeka din nikaribe bibe rêbaza serekî. Mafê dîyarkirina çarenûsa neteweyî prensîpeka bingehîn e. Divê miletê Kurd li ser axa xwe serwerîya xwe ya neteweyî pêk bîne. Ev mafekî gerdûnî ye ku îro li hemû cîhanê tê qebûlkirin. Îro hê jî mafê self determînasyonê pêwîstîyeka hiqûqa navneteweyî ye ji bo miletê Kurd. Hem hiqûqa îlahî û hem hiqûqa navneteweyî di gel miletê Kurd in. ⤵️
📢 AGAHDARÎ
Hevalên me ji bo amadekirin û gihandina alîkarîyên ji Rojavayê Kurdistanê ra gihan Hewlêrê.
Dê bi hevkarîya Dezgehî Xêrxwazî Barzanî di zûtirîn demê da amadekarîyan temam bikin û ber bi Rojavayê Kurdistanê ve bi rê bikevin.
Bijî hevxemî û hevpiştîya miletê Kurd!
📢ALÎKARÎ JI BO MILETÊ ME YÊ ROJAVAYÊ KURDISTANÊ
Her kesê/a ku dixweze alîkarîyê bişîne, bila yekser bi rûpelên me yên medya civakî ra pêwendîyê bike, peyamekê bişîne. Miletê me, zarokên me li hêvîya me ne!
Piştgirîya heştegê bike⤵️
#AlikariRojava
Yardım göndermek isteyen herkes, sosyal medya hesaplarımız üzerinden bizimle doğrudan iletişime geçebilir. Milletimiz, çocuklarımız bizi bekliyor!
#AlikariRojava
📢ALÎKARÎ JI BO MILETÊ ME YÊ ROJAVAYÊ KURDISTANÊ
Her kesê/a ku dixweze alîkarîyê bişîne, bila yekser bi rûpelên me yên medya civakî ra pêwendîyê bike, peyamekê bişîne. Miletê me, zarokên me li hêvîya me ne!
Piştgirîya heştegê bike⤵️
#AlikariRojava