Di vê serdemê de ne pêkan e ku mirov, xwe ji nexweşîya asocialî û antîsocîalîyê biparêze.
Meriv her roj rastî bi hezaran tweet û parvekirinên ehmeqan tê.Piştî van parvekirinan,meriv ditirse ku rastî xwedîyê parvekirinan were. Loma ne hêsan e ku meriv bi kesî re bikeve têkiliyê.
Him di wêjeya Kurdî de him de di wêjeya cîhanê de hin hejmar pîroz(mît) tên qebûlkirin: 3, 4, 7, 9, 12, 40, 99, 1001.
Sê roj û sê şev, 4 demsal, 4 pirtûk, heft ezman(tirk dibêjin, 9 Gök), misilman 7 çaran digerin li dora kevirê, li gorî Mesîhîyan dojehê 9 tebeq e, 12 hewarî, 12 îmam, navê Xwedê 99 in. İsa di 33 saliya xwe de derdikeve ezman. Çîrokên 1001 Şevan.
7 birayên Xecê hene. (Daweta Tacdîn û Sitî, ne şaş bim, heft roj dewam dike.) Xecê û Siyabend 3 roj xwe vedişêrin. 3 nêrî li pey Xezalekê digerin û hwd.
#Çilperexwîn#Çilxopan
Nizanim hemû herama da peyvên bi “çil”ê ra eleqeder hene tune ne,lê hejmara çilê ji Ereba bigre heta Tirk û Kurda, ji çîrokê gelerî bigre heta metnên pîroz ji xwe ra cîyekî taybet çê kirîye.
40rojêMusa ,40salîyaMihemed, çîlexane,40ê jin,zarok û mirîya
Li Qoserê di nav van deh rojên dawî de çend kes hatine kuştin? Ez kengê bikevin Instagramê, nûçeyên di derheqê şer û pevçûnên Qoserîyan de derdikevin pêşîya min. Kul û derdê wan çi ye?
Carinan dibêjim li Amedê kesekî saxlem tune, hinek heval dixeyidin. Ez li ser maseyê rûniştî bûm, yek hat bêyî silav û bêvan li kêleka min rûnişt. Piştî ku hevala min û malbata xwe hatin û heval xwest cixare bikişîne, got dûmana cixareyê bi alîyê din ve ber bidin.
Ecêbên ecêban hene.
Pirsgirêkên dengî yên konseran tu carî çareser nabim, tu dibêjî qey pirsgirêkên Xwedayî ne.
Digel pirsgirêkan dîsa jî konsera Mikaîl Aslan a li qada Şêx Seîd, xweş bû.