Zaravayê kurdî zazakî berî 150 salî bûye mijara rojeva kongreya rohilatnasên (orientalist) cîhanê. Pirsa 36an: "Ma divê mirov zaravayê zazakî di nav zaravayên kurdî de bihesibîne? Heke ne weha be hingê mirov dê çawa bikaribe eslê wê izah bike?" (Stockholms Dagbladet, 2-6-1876).
Mixabin, piraniya bindestan, dibin xulamên fikir û ramanên xwe; ango fikir û ramanên xwe weke "xwe", weke xwebûna xwe û nasnameya xwe dibînin. Bi gotineke din, fikir û ramanên xwe dikin Homa û Xwedayê xwe; loma herçiqasî ew fikir û raman bixwe dijminê wan be jî, gava tu wan fikir û ramanan rexne bikî û rastiya wan ji wan re bêjî, ew ê êrîşî te bikin û te bi nankoriyê û hwd tawanbar bikin.
Carinan bindest ne ji zincîran, lê ji dews û şopên ku zincîran di hişê wî de hiştine, nikare xilas bibe.
Bindest berî azadiya xwe, divê ji wî wêneyê (image) ku serdestê wî/wê li ser wî/wê ferz kiriye azad bibe.
Hêrs û kerba ku tê tepisandin winda nabe; carinan dibe bêdengî, carinan jî dibe cezayê ku mirov xwebixwe dide xwe.
Barê herî giran ê bindestan ew e ku piştî demekê biçûkxistina derxweyî (serdest), weke dengê xwe yê navxweyî (hundirîn) dibîne.
Şerm û fedîkariya ku bindest di nava xwe de mezin dike, pirî caran ne ya wan bixwe ye; barê ku serdestên wan li ser wan bar kiriye.