Pîvaz e, ha sor e ha spî ye.
Pîs, baş nabin; xerab, çê nabin.
Mirîşk etar e, tu çiqasî bidê, tê ewqasî jê bistîne.
Gîha şîn tê, li koka xwe tê - di kokê de jahr deyn, xerdelok tê.
Hespê me hespê çûnxweş e, lêbelê siwarê me siwarê kêmmeş e.
Gotinên pêşiyan
Zimanê mirov, hebûna mirov.
Wêne: Hişê Çêkirî - HÇ (AI)
Ji penceraya Nûbiharê silav û spasî ji bo te @AbdullahIncekan û ji bo her kesî.
Pîroz be, yekem car Dîwana Goethe bi Kurmancî derket!
***
Girîngiya vê Dîwanê:
Dîwana Şerq û Xerbî yek ji stûnên edebiyata cîhanê ye û ji tarîxa ku çap bûye vir ve ciyê xwe yê mustesna her diparêze. Bi form, muhtewa û zimanê xwe, ew di kanona edebiyata Ewrûpî de tekane kitêb e ku di nav du cîhanên ji hev cihê yên “şerq” û “xerb”ê de pirekê ava dike. Ji ber vê taybetiya xwe Eric Ormsby wê di vê sedsalê de ji wek berhemeke şoreşger bi nav dike.
Dîwana Şerq û Xerbî ji 1819an hetanî niha bi gelek zimanan weşiyaye. Cara ewil e, wergera Kurdî ya vê berhema ji wêjeya cîhanî ciyê xwe li kêleka wergerên bi zimanên wek Îngilîzî, Fransî, Çînî û gelekên din digire.
Dîwana Şerq û Xerbî îcar bi wergera Abdullah İncekan bi “durrê lîsanê Kurdî” olan dide.
https://t.co/MHLIaSubGU
@nubihar
Her bijî Deniz Undav ❤️☀️💚
Mit einer starken Leistung und zwei wichtigen Treffern von Deniz Undav besiegte Deutschland die Elfenbeinküste mit 2:1 und sicherte sich das Weiterkommen.
Herzlichen Glückwunsch an die deutsche Nationalmannschaft! Wir wünschen dem Team für die kommenden Spiele viel Erfolg, Kampfgeist und weitere schöne Momente für die Fans. 🇩🇪🏆
#Deutschland #Nationalmannschaft #DenizUndav #Fußball #Weiterkommen #KGD #DFB
Siyasetmedarek çûye ji gundiyên kurd re bi tirkî qala siyaseteke pûç dike. Ev nabe, ev çewt e, ev hetîketî ye, ev zimankujî ye, ev xwekujî ye, ev kurdkujî ye, ev komkujî ye...
@mezopotamyatrk2 Efendino, bersiva wî miletî bi Kurdî bidin.
Qey win şerm û fedî nakin heyy efendino😡
We, çil sale digot eşîrtî/eşîret nebaşe û we ber çavê Milet da reşkirinê.
Îja win îro jî rabûn dibijin komûn wek eşîre nizam çîye, pêvîste em komûna ava bikin.Qibleya we tuneye!
@DEMGenelMerkezi
ÇÎROKA ÎLANEKÊ Û CILDÊN NÛBIHARÊ
Ji roja ku me kovara Nûbiharê derxistiye, me tu jimareke wê heba nekiriye.
Digel ku gelek kovarên piyasê jimarên berê, dema nayên firotin kaxezê wan bi kîloyan difiroşin jî, me tu carê tiştek weha nekir.
Dema mehane bû, bi zimbayê cild dibû, ji bo cildkirina salane musaîd bû, me nediavêt, dida cildê.
Belkî ji her cildên salên ewil, me wan salan her yek ji hezarî zêdetir cild kirin.
Min li vir wêneyê wan daye.
Dema jimarek ji bo cildkirinê kêm bana, weke wêneyê yekem, yan min di jimarekê de îlan dikir; yan jî bi taybetî bi telefonan ji nûneran dixwest.
Li wêneyê yekem binêrin:
Jimara 7an aîdê sala 1993yan e.
Piştî 5 salan, sala 1997an me di jimara 57an de, ji hevalan 150 heb xwestine.
Wê salê li ser vê îlana me, li dor 40 hebî kovar ji me re hatin, me ew kovar jî tev cild kirin.
Ewana 40 cildên me temam kirin.
Jimarên kêm jî, ji bo cild temam bibin, me bi fotokopiyek baş temam kirin.
Îcar piştî kovar bû 3 mehane em çi dikin?
Yên niha ji bo cildkirinê nabin.
Ev kovarên di destê me de dimînin, em dîsa wan heba nakin. Pir caran di fuaran de belaş didin xwendevanan.
Belkî hûn jî meraq dikin: Kurdên Anatoliya Navîn çawa ziman û kevneşopiya xwe parastine, îro hene û wenda nebûne?
Dema min nivîsên vê jimarê xwendin, derheqê wan de pir tiştên nû hîn bûm.
Min dît ku bi taybetî du tiştan Kurdên Anatoliya Navîn parastine:
1-Çanda eşîrtiyê ye. Çanda eşîrtiyê ev kes parastine, nehiştiye ew ji hev dûr bikevin. Lewra li vir her kes xwedî eşîr e; eşîrên mîna Reşî, Canbeg, Şêxbizinî û Mikaîlî hene.
Eşîr pevre, di coxrafya xwe de jiyan e. Vê çanda eşîrtiyê Kurdên vê herêmê parastine.
2-Kurdên Anatoliya Navîn di nav hev de zewicîne.
Keç nedane kesî, ji derve jî keç neanîne.
Van herdu sedeman Kurdên vê herêmê parastine.
@ademoezguer@IdeliMehtab@nubihar
Di sala 1982an de ji Mêrdînê, ji bo pêşbaziya sporê em çûbûn Enqerê.
Wê wextê di dibistana navîn, sinifa 3yan de bûm.
Li semta Ulusê min xwest ji xwe re cotek gore bikirim.
Çûme ber dikanek piçûk, du jinên çarşefkirî, ji dikanê li ber derketinê bûn.
Ji xwediyê dikanê re bi Kurmancî tiştek gotin, xatir xwestin û derketin.
Xwediyê dikanê, xortek di salên min de bû.
Li navenda Enqerê rastî Kurmancî hatibûm; pir şaşmayî mabûm.
Ez ketim hundirê dikanê û bi Kurmancî min got:
-Cotek gore bide min.
Ez bûbûm şahidê axaftina dikandar û wan jinikan, min jî ji dikandar rasterast bi Kurmancî gore xwestibû.
Di wan salên xwe de min nizanîbû li Enqerê, Qonya, Kirşehir, Yozgat, li Aksarayê û li wan derdoran Kurd hene.
Dikandar jî digot belkî, ez bi zaneyî çûme dikana wî.
Wî gotibû belkî, ez Kurdekî ji wan gundên derdora Enqerê me.
Wan gundên ku wan salana tew haya min jî ji wan tunebû.
Nizanim wî pirsî, min got, xweş nayê bîra min, derket ku ez ji Diyarbekirê me.
Çend nav ji min pirsîn, dît ku ez nizanim; ez ne xelkê wan deran im.
Ji Diyarbekirîbûna min re pir kêfa wî hatibû.
Min rasterast pê re Kurmancî gotibû, belkî jî ji ber vê kêfa wî hatibû.
Li şûna 3 kaxezan, 2 kaxez û nîv pere ji min girt. Min goreya xwe girt û derketim.
Wê wextê min nezanî ew xorta behsa çi dike; dikandar jî ew tişta bi min neda famkirin.
Paşê min zanî li Anatoliya Navîn, li Enqerê û derdora wê, gundên Kurdan û çend navçeyên ku piraniya wan Kurd in hene.
-ji nivîsa min-
-Dosyeya Kurdên Anatoliya Navîn/jimar: 175-
@IdeliMehtab@ademoezguer@nubihar
@ixbaran_kgdyoe Mamoste em dikarin bêjin ev peyv ne erebîye?
Gelo dibe ku eva û peyva fransî ya "aider=alîkarî kirin" bi hevdiva gêrêdayî bin û ne erebî bin.
Xwe wateyeke eyd/îd ê jî "yardımlaşma" ye.