"Em tenê ne ji goşt û hestî ne...
Ruhê me digere
Li lutkeya her çiyayî
Her bosta deştên terikî
Li her her gund
Li her kûçeyî
Li nava her xaniyekî
Li ber şîva ji pariyek nan
Li ber xewa zarokekî çavşil
Em ne xewnek
Ne jî xeyalek in
Tenê tîrêjek...
Ji roja bi derengî hilatîne"