Bermal Akıl nivîsand 🖊️
Serxwebûna jinê û zanîna wê ya saxkirinê ya bi xwezayê re di serdemên cuda yên dîrokê de çima wekî gefekê hate binavkirin?
❝Di Odysseya Homeros de wekî sêrbazek ku deryavanan vediguherîne berazan tê naskirin, Kirke ji mîtolojiyê wêdetir gumanbariya dîrokî ya li dijî zanîn û serxwebûna jinê sembolîze dike. Ji sirgûnkirina li Girava Aiaia heta darizandinên cadûyan ên li Ewropayê, ev xet tengezariya kûr a di navbera zanîna jinên hekîm û têkiliyên desthilatdariyê de derdixe holê.❞
https://t.co/RHJL4kWGP5
"li ber hîmê girî rondikên mûsa
kîjan xak ne quds e, kîjan bajar ne minewwer?
min welatek divê, herûwer!
li çola ken'an, li berpalên cûdî
çîroka şer ji harût û marût
ez dibêjim hewlêr im, qebbanî
tu dibêjî: ene beyrûd!"
ene beyrûd - arjen arî
Ev asas ji me re çi dibêje? Dinya bi qasî teheyula min heye. Dar ji bo min sêv û xurmeyan digire, kevok ji bo min difire, çem ji bo min diherike filan û heta mirin jî bo min e.
https://t.co/5zyLb5fqKI
Nivîsa @mesudqeya
li ba tirkan jî berê hatiye şixulandin. ji farisî "şadbaş"ê tê "baş" forma fermanî ya lêkera "bûden"ê ye. yanî bi kurmancî motamot dibe "şa bibe"
(https://t.co/2fur1Zammr)
di farisî de şabaşxwan jî heye, mane jê "kesê ku pesnan dide, pesinkar"
a ecêb ev e bi min, introya (01:12) "shine on you crazy diamond" a pink floyd û a (01:14) "çemê reynê" ya brader (https://t.co/hP7PMiuiuO) ecêb dişibin hev
Strana “Çemê Reynê” ya Birader
kopya vê stranê ye? Gotin eynî, awaz eynî ye.
Ya Peywan Arjîn yê Koma Berxwedan û Hunerkom li ser çemê Dîcleyê û Kurdistanê, ya Birader çem yê Reynê, herêm jî Ewrûpa ye…
Gelo, ma qehwexane bi tenê qehwexane ne?
Wextekî li Dîyarbekirê ne wisa bû.
Şafak, Dîcle, Terakkî, Yalova…
Baş e derheqê qehwexaneyên kevin ên Dîyarbekirê da tiştek tê bîra we?
https://t.co/UkJxwz30Bl
Platforma dîjîtal AppleTv+yê ragihand ku beşa yekem a sezona çarem a rêzefîlmê "Silo"yê dê di 9ê Tîrmeha 2027ê de bê weşandin. Sezona çaremîn di heman demê de weke sezona fînalê hate kişandin, ku ji rêzefîlmê fragmaneke nû û hin wêne hatin parvekirin.
-https://t.co/Ipv79q8LwK
êdî ferz e navê te û gulavêj di qeyd û tomarên selîm temo de cih bigirin û seydayê temo helbesteke îkonîk li ser we jî binisilîne.
banga teşrîfê bo @selimtemo
gulavêj,
xweşnavê hemû hespên
çûyî û hatî
çûyî û...
nehatî
ji nivîsa lokman polat (@licelilokman) 26ê hezîrana 2019:
romana “bi stuxwarî mirin” romaneke ji alî wergêr serdar roşan (@hezanic) ve li kurdî hatiye wergerandin û di nêzde dê bi kurdî bê weşandin. https://t.co/0V7m1Uk3eU
Dapîr li gund, Baran li Berlînê.
«Dapîrê… ez… ez…»
Wergera Zindî: ew bi almanî dibêje, Dapîr bi kurdî dibihîze.
Û dawiyê, bi kurdiya xwe: «Dapîrê, ez te hez dikim.»
103 ziman · mazdek AI
#mazdekAI#Kurdî