Na, ev ne cîhan e
Bi derewan navê wê kirine cîhan
Kerxane ye.. di coş û xiroşa zînayê de
Qumarbaz dilîzin... û em jî kartên qumarê ne!
Mizefer el-Newab
Ji Erebî: Besam Mistefa
Berî vê 8 salan min sînoreke hişî/ramanî kişandibû navbera xwe û tirkan û tirkbûnê. Hema hema her roj dibînim ku min çiqas tiştekî rind kiriye! Ez dibêjim “sînora hişî”, gelê min ê hêja dibêje “bikutime biratiya gelan”; eynî tişt in.
TA KU ÇIRAYA ME GEŞ NEBE
تا چرای ئێمە نەسووتێ
TA ÇIRAY ÊME NESÛTÊ
Ta ku çiraya me geş nebe,
Hûn ê tu carî ronahiyê
Bi çavên xwe nebînin.
Ta ku em dîl û kole bin,
Em ê her mîrkut û nîran,
Toq û zincîran li we kin!
Hûn ê me qir bikin?
Xwelî li serê we be!
Ger em bimirin jî,
Em ê tenê dîlîtiya xwe
Ji dest bidin, wenda bikin.
Ma çi ji dîlîtiyê taltir e?
Ger em bên kuştin jî,
Ma kî ji koleyê şehîd Zaltir e?
Hûn ê me qir bikin?
Xwelî li serê we be!
Piştî mirinê jî
Em nahêlin hûn welatê me
Ji xwe re bikin mal,
Em rê nadin
Hûn goştê me bixwin
Weke qirereşk û qertal!
Qet nebe,
em ê bibin kurmik,
bikevin nav dexl û danê we,
em ê bibin qûmik,
bikevin nav pariyên nanê we,
em ê bibin mar û mişk,
bi we vedin li nav nivînê we,
em ê bibin mîkrob û şêrpençe,
biherimînin xwîna we.
em ê bibin kul,
her carekê li dereka
laşê we derkevin,
em ê bibin jan,
ji sed aliyan ve
bi ser we de bên,
em ê bibin zêrûyên hezarling,
gewriya we hişk bikin,
em ê bibin pirzik
li ber lêvên we.
hûn ê me qir bikin?
xwelî li serê we be!
piştî mirinê jî
em nahêlin hûn welatê me
ji xwe re bikin mal,
em rê nadin
hûn goştê me bixwin
weke qirereşk û qertal!
hûn ê şahiyê bikin,
em ê li we bikin şînî.
hûn ê behiyan deynin,
em ê we bi pêkenînê gêj bikin!
em ê zimanê we hişk bikin,
çavan li we tarî bikin!
em ê bibin mûyê nav nanê we
û gemar di nav ava we de!
ta ku çiraya me geş nebe,
hûn ê tu carî ronahiyê
bi çavên xwe nebînin.
ta ku em dîl û kole bin,
em ê her mîrkut û nîran,
toq û zincîran li we kin!
Abdulla Peşêw
#Rojava
#Kurdistan
#RojavayêKurdistanê
https://t.co/gSqg84mTW6
Em ne bi ideolojiyan "xwebûna" xwe nas dikin..
Heke "ruhê xwebûnê" bi kesekî re nebe ew kes bi ideolojiyan xwe nas nake..
Xalê min ê ku digot "qoniş sen nerelisin!" ne bi retorîkan fêrî wê hêrsê bibû..
Bibin "xwe" û berê hêrsa xwe nedin hev, bidin dijminê xwe
İslamcılığın Kürt krizi üzerine yazdım.
"İslamcılar neden Kürtlerle konuşamıyor? Neden Kürtlere her hitap ettiğinde ya emir ya itaat bildiriyor. Bu mudur kardeşlik dili?
Siz, Kürtlerle eşitlik ve özgürlük grameriyle konuşan bir İslamcı gördünüz mü?"
https://t.co/GiYcu4V8tD