Li ser @X/Twîtterê ev rûpelê min yê duyemîn e, wek cihê nasnameya xwe dibînim, di vî rûpelî de parvekirin, şîrove... li ser mijarên ziman, çandê, hunerê hwd. Di vî rûpelî de ji %100 bi zimanê kurdî kar tînim.
https://t.co/x240ojH6wq
#Kurdistan#blockchainkurds#digitalID
Kerê mirov, ji hespê xelkê çêtir e.
Bi xêra hevalan, em gihan malan.
Ba hat, bi berket; lê hat, bi serket.
Bizanibe giliyan, welat şîrîn e ji hemûyan.
Gotinên pêşiyan
Ziman, bîra neteweyî ye.
Ziman, çeka herî xurt a li dij-kolonyalîzmê ye.
Mirov, bi çand û zimanê xwe ji hev cuda dibin.
Kî zimanê te kontrol bike, ew ramanê te kontrol dike.
Ziman, nîşaneya nasnameya mirov e; ew rehên kesayetiya mirov e.
Hezretê Pêşewa Qazî Mihemed
( 01.05.1900 - 31.03.1947 )
Rojbûna te pîroz be mirovê mezin û fedakar, Pêşengê azadîxwaz, zana, rewşçenbîr û serokkomarê Kurdistanê.
Em daxwaz û xweziyên te ji bîr nakin Qazîyê doza me.
Partiyên Rojhilatê Kurdistan dengê tije qêrîn û hewarên we nebihîstin. Dîrok vê xemsariya wan ji bîr nake.
Em jî şermizarên we ne,herçend çi ji destê kesên wekî min hat me kir lê pêwîste di va mercên wiha hesas de PJAK, HDK Iran û Komele bibine bersiva daxwazên gel. Îran di rewşa
Pîrê me Seyîd Riza
Tenê şûnewarê mala wî maye, lê gotinên Seyîd Riza qet ji bîra dîrokê naçin dema ji generalên Kemalîst re wiha got:"Min nikarîbû bi derew û xapandinên we re li ber xwe bidim, ew ji bo min bû derd lê min li ber we çok nedanî, bila ev jî ji we re bibde derd!!!"
PERSPEKTÎFA PARTIYÊN KURDAN ÇI YE? EW DI PRATÎKÊ DE ÇI DIKIN?
Gelî hevalan, em ê cara yekem bi zimanê Kurdî weşanê bikin. Mêvanê min niviskar u Rojnamevan Kakşar Oremar ji Rojhilatê Kurdistanê ye. https://t.co/nP1Q6AMk45
* Vîn dest pê dike,
* Dîjîtal e (bi şêweya "flipbook"ê),
* Alfabeya xwe Latîno-Kurdî ye,
* Nivîs, çîrok, ceribok, helbest, roportaj, werger, nûçe ûyd belav dike.
* Bi sê zaraveyan e: Kirmanckî-Zazakî, Kurmancî û Soranî,
* Li her çar perçeyan, Kafkasan, Xorasan û cîhanê ye,
* Du-mehane ye,
* 64 rûpel e,
* Edîtorê xwe Selîm Temo ye,
* Hejmara yekem di 15ê Gulanê de derdiçe,
* Dûrî wêjeya li dûrî jiyanê ye,
* Bi deng, hest, ruh, goşt û hestî hevdem e,
* Dizane xwe dîrokek wêjeyî heye, ne "bêçand û bêpergal" e,
* Gotinê dirêj nake,
* Di afirandin û boçûnê de nûxwaz e,
* Deriyê xwe bo her Kurdî û Kurdiyê vekirî ye.
e-maîl bo berheman: [email protected]
Heya 1ê Gulanê berhem bişînin. Heke helbest, çîrok û werger be, 3 heb bişînin.
Newroza me pîroz be.
Selîm Temo