Hûn amade ne kurdno.
Berhemeka klasîk a sînemaya cîhanê.
"MÎRÊ GUSTÎLKAN"
Êdî wê bibe Kurdî. Min dest bi wergerandina The Lord of the Rings - Mîrê Gustîlkan kir. Fîlm ji sê beşan pêk tê.
Ya ewil BIRATÎYA GUSTÎLKÊ niha amade ye, yên din jî di rê de ne.
Ev e fragmanek ji bo we:
@oguzcemil1 Ez jî dibêjim ya dawiyê li kurdî nayê. Ne di stranan de ne di çîrok, destan an tiştên din de tiştek wilê nîn e.
Di çîrokan de awayek wiha heye. Go "ez ê herim Xendekê" û Go "ez ê silava te lê bikim"
Di vir de dewama hev e, lê di navberê de go'yek din jî bi kar têne.
Klûba me, ji bo ku aligirên me bi zimanê xwe yê dayîkê bikaribin tîma me ji nêzîktir bişopînin, bi navê “Amedspor Kurdî” hesabên xwe yên fermî yên Instagram û Twitter (X) vekirin.
@balyozxane @mirhesenimez Heke mesele tenê fêmkirin be nexwe li bakur hewceyî bi kurdî nîn e, em hemû tirkî biaxivin. Jixwe argûmana tirkan jî ev e. Ji Bo her kes fêm bike bila herkes yek zimanî biaxive. Heke em gotinên xwe neparêzin bêjin filan gotin mehelî ye filan gotn kêm tê zanîn nexwe derdê me çi ye
@balyozxane @mirhesenimez Erê emilandin te di mehneya şixulandinê bi kar aniye. Lê şîroveyên dî ne rast in. Kelîme li gor çi berbelavtir e? Kelime ji ber ku di tirkî û erebî de heye her kes pê dizane, lê nayê gelek kêm tê bikaranîn, di stran û klaman de gelek kêm e.
@recebdildar Me digot:
"pîrka mi çû kadînê
mişk û mara qelînê
heçyê deyn bike
elo elo gup"
(pîrika min çû kadînê
mişk û maran diqelînê
heçiyê deng bike
elo elo gup)
@balyozxane @mirhesenimez Xema te xemeke muhîm e, baş e xweş e; lê tu zêde tê de noq bûyî zehf, kûr diçî. Sermeselê tu çima şûna çêkirinê emilandinê dişuxilînî, şûna gotin an jî peyvê kelîmê tercih dikî?
Li Almanyayê milyonek û 200 hezar Kurd hene.
Ev reqem ji nifûsa gelek dewletan zêdetir e.
Cara ewil çi wextê çûn.
Pirsgirêk û jiyana wan.
Gelek agahiyên muhîm.
Xebata @avdo_karatas 288 rûpel e.
Nû derket!
@nubihar
Nifşê yekem ê kurdên koçber bû pirtûk https://t.co/phO0WqmJFe
Min cureyek nû kifş kir, çarşem
Dengê çeman wenda bûye
Di xeyîdina keçxamayan de
Xwîna bêjeyên nûzayî ziwa bûye
Li ser lêva min
Pençe û qîlên valahîyê razên min perçe dikin
Qîrîna min olana çîyan li hevalan dixe
Ez ê dengê bilûra xwe bidim devê bilbilan
Û di qelşên latên enîya xwe de
Sosinan avdim
#İlhanSamiÇomak
#ÇiyayêGirtî
QEHWE Û FELSEFE, bi bernameyên xwe yên li ser dîroka felsefeyê, li ser hemû platformên podcastan, li ber destê we ye 😊 BÊ QEHWE Û FELSEFE NEMÎNIN 😊☕🦉☕🦉😊 https://t.co/tjsY7KKJlV
The Best Of Asoya Helbesta Kurdî
Çend îstatîstîkên malpera me.
🔹5 Helbestên Popûler
🔹25 Helbestên Popûler
🔹10 Helbestvanên Popûler
Ji vir bixwîne: https://t.co/Vowe4YPTJV