Ma Seyîd Riza û hemrayîranê ey bi hurmet yad kenîme, dardekerdişê înan şermezar kenîme. Cayê xoverdayîşê înan yê seba pawitişê bawerî, kok û erjanê xo zaf berz o. Ma vanê ke wa waştişê şarê Dêrsimî bêrê caardene. Ma terteleyê Dêrsimî û Seyîd Rizayî xo vîr ra nêkenîme.#SeyîdRiza
Şerefxan Cizîrî • Sala 1955’an li Mêrdînê hatiye dinyayê. Piştî kutakirina dibistana amadeyî di sala 1975’an de çûye Swêdê û li wir lîsansa xwe di Beşa Zanistên Sîyasî û Tarîxê de kiriye. Piştî 25 salan vegerîyaye welêt û ji sala 2001’ê û vir de bi malbata xwe re li welêt dijî.
Berhemên Wî ên Hatine Weşandin:
Tarih ve Uygarlık (Cild 1-2), Bize Bir Felsefe Lazım, Yazarlık ve İdeoloji, İskandinav Modeli, Kultur û Raman, Kürtçe Düşünce Tarihinde Deneme Yazıları, Edebiyata Devkî û Kultur, Edebîyata Devkî û Sosyalizasyon
Berhemên Wî ên Li Lîsê Çap Bûne:
Tarih ve Uygarlık, xebatên çandî, 2017
Edebîyata Devkî û Şer, wêje û rexne, 2021
Esaleta Selahadînê Eyûbî, dîrok, 2023
Omerîya Mîrsom, xebatên çandî, 2025
Berhemên Şerefxan Cizîrî 📍Lîs
https://t.co/cRhdxWBUmO
Ez gelek şanaz im ku helbesta min Mohra Reş xelateke navnetewî wergirtiye. Xelata Taybet ya Navnetewî (Mención Especial Internacional) a ku bi ser navê "helbest, bîr û berxwedan" ji aliyê juriya Festîvala Fîlm û Hunerê ya Latînî ya Fîladelfiyayê hatiye dayîn. Mala wan ava be💖
●DERKET●
SÛRETÊ VEGOTINÊ
Li Ser Erka Wêjeyê û Teknîkên Roman û Vegotinê
•ÎBRAHÎM SEYDO AYDOGAN•
@IbrahimSeydoo
Mirov romanekê dinivîsîne ji bo ku kesên din bixwînin. Lê roman ne bi tenê çîrok û naverok e, ne jî tenê form û teknîk e; hêza berhemeke wêjeyî di hevgirtina ziman, naverok, teşe, raman, leheng, avahî, tevn û teknîkên vegotinê de derdikeve holê. Roman di têkilîya van hêmanan û di danûstendina navbera nivîskar, vebêjer, metn û xwendevan de dibe cîhaneke zindî.
Îbrahîm Seydo Aydogan, ku nêzî sîh salan li ser ziman, wêje û bi taybetî romana Kurdî xebitîye, di Sûretê Vegotinê de bi têgeha “sûretê vegotinê” çarçoveyeke teorîk a xweser ava dike û dipirse: Çi dike ku çîrokek bibe berhemeke wêjeyî û di vê pêvajoya afirandinê de têkilîya nivîskar, vebêjer, metn û xwendevanan çawa tê avakirin?
Bi danberhevkirina teorîyên nûjen ên vegotinê û tecrubeya romana cîhanî, pirtûk ji Ehmedê Xanî û Celadet Bedirxan heta Erebê Şemo, Mehmed Uzun û romannivîsên hemdem, wêjeya Kurdî ji nû ve dixwîne û ji bo rexne, nirxandin û afirandina wêjeyî zemîneke teorîk û pîvanên nû ava dike.
Sûretê Vegotinê ji bo têgihaştina wêjeya Kurdî ya ku hatiye nivîsandin çarçoveyeke nû pêşkêş dike û berê wêjeya Kurdî ya ku hê dê were nivîsandin jî ronî dike.
#wêjerexne
📍https://t.co/VjqofP6xTd
@AhmedPelda4462 "Bêkar û bê'emel im" wekî qalibekî tê bikaranîn. Bêkar kurdî ye lê dema derbasê tirkî dibe wate guheriye û ji bo kesên azeb yanê hê nezewiciye tê bikaranîn.
"Şimdi bütün bunların arasından dönüp Kürt milliyetçiliğine baktığımızda, bu söylenenlerden çok daha geriye gitmemiz gerekecek. Kürtlerde milliyetçiliğin ilk teorisyeni kabul edilen Ahmedê Xanî, Rousseau’dan, Voltaire’den bile elli yıl önce konuşmuş ve hem tanımı hem de sınırları son derece net ortaya koymuştur. Metinlerinde sürekli kendi halkıyla konuşan Xanî’ye göre milliyetçilik, özetle ‘Kürtlerin kendilerine ait merkezi bir yönetim etrafında milli kimliklerini inşa etmesi’dir."
Ji lîstika HAWARê
“Miletên bindest, heyîna xwe, ji serdestên xwe bi du tiştan, bi du qewetan, bi du çekan diparêz in. Yek ol e, ya duyem ziman. Lê heke ola miletê serdest û bindest yek be, hingî çek, yek bi tenê ye û ew jî bi tenê ziman e.” #hawar#mîrceladetalîbedirxan #ayhanerkmen
payîz e, dem dê xwe veguhere guherek din
kêlî ê nepirsin ji te bo bibin saet
û roj dê raneweste li te bo nebe şev;
roj derew, şev derew, zeman nakeve xew...
demsal e... ji kîşweran payîz e niha
Arjen Arî (....-....)
@grok
Ev gotinên pêşiyan (gotinên kurdan ên kevn in) bi giştî dersên jiyanê û ehlaqê didin. Mijarên wan ên sereke ev in:
1. Her yek ji aqlê xwe razî Mirov bi aqlê xwe bawer e; kes xwe bêaqil nabîne. Ji ber vê yekê, divê ji êdin jî mirov fêr bibe û ne tenê bi aqlê xwe bawer be û pê bimeşe.
2. Ji neh û deha xwe danakeve Ew gotin tê wateya ku mirov ji dev int, şaşî û xeletiyên xwe benade. Ev jî bi demê re mirov biçûk dike.
3. Mêr ji şerma xwe têne kuştin Şerm û namûs ji bo mêran girîng e; hin kes ji ber şerm û rûreşiyê dikarin heta bi mirinê biçin. Ev nîşan dide ku nirxê şerm û rûmetê çiqas mezin bû.
4. Gotinên ji xwe mezintir meke Gotinên giran û mezin ku ji kapasîteya te zêdetir in nekin. Wate: Mirov nabe pir pozbilind be, soz û idîayên mezin neke ku nikaribe bi cih bîne.
5. Dijmin bibe nan jî meke paşila xwe Heke dijminê te bibe weke nan (yanî xwarina te), jî divê tu dilnizm û hişyar be; pir pê bawer nebe, an jî paşila xwe (pişta xwe, jiyana xwe) nespêre wî.
Bi kurtasî: Hemû gotin dilnizmî, hişyarî, rêzgirtin ji xwebûna xwe û ji nirxan, û nepozbilindiyê didin. Mirov divê aqil, şerm û rêzê biparêze, soz û gotinên ji kapasîteya xwe mezintir nede, û li hemberî dijminan jî hişyar be.
MISTEK JI HÊVÎ Û ARÎŞEYÊN ZIMANÊ KURDÎ (KURMANCÎ)
•DEHAM EBDULFETTAH•
Zimanê Kurdî yek ji zimanên malbata Îranî ye. Ew mal-bata ku ji zimanên Kurdî, Farisî, Bilocî, Baştoyî, Osetî û hin zimanên dîtir jî pêk tê. Girêdana vê malbata zimanan bi ko-ma zimanên Hindo-Ewropî û yên Hindo-Îranî re jî heye. Bi egera vê girêdanê jî gelek bêje û derbirrînên cûrecûr di nav wan zimanan de hevbeş in. Ferhengên wan zimanan jî wê girêdan û pêwendiyê berçav dikin, mirovantiya wan gelên ku bi wan zimanan diaxivin tekez dikin. Anku ew ziman tev, weku zimanine serbixwe li koka xwe ya “Arî” vedigerin û li wê kokê digihêjin hev.
Hin dîroknas û lêkolerên zimanên dêrîn (kevin) dibêjin, ev dabeşbûn û şaxvedana van zimanan, bi vê piranî û belav-bûnê ji encama wan koçberîyên êl û hozên gelên Arî ne. Di serdemên kevin de gelên Arî ji cihwarê xwe (nêzî Deryaya Xezerê) bi çend pêlan koçber bûne.
#xebatênziman
📍https://t.co/Y72CHd4Xij
Mîna li çar aliyê welatê me, li Çiyayê Kurmênc jî her dengek xwedî wateyî taybet e!!
Nivîskar û bijîşkê Kurd Dr. Fexrî Abdo pirtûkeke gelek balkêş û hêja weşand:
"Dengname: Deng û navê dengan li Çiyayê Kurmênc"
Berhem ferhengek e; dengên siruştî û navên wan di devoka Çiyayê Kurmênc de dide naskirin.
🔗 Tevahiya vîdyoyê li vir e: https://t.co/Ro3hhrUGfR
@Noerraplatform sitesinin sorularını cevapladım:
🔴 Kürtçe meselesinde umutlu olmak zor!
📍Önümüze konulan entegrasyon projesi eğer kuvveden fiile geçecekse uzun vadede Latince'nin başına gelenlerin dilimizin başına geleceği kaçınılmaz.
https://t.co/ctRzYtwXiJ
@AhmedPelda4462 Min vê pirtûkê xwendibû. Xebatek gelek hêja ye.
Kolonyalîzma li Kurdistanê baş li pêş me radixe.
Yek ji bersîvên herî girîng a pirsa 'çima sermayekek serbixwe di nava Kurdan da dernakeve' di vê pirtûkê da ye.